Li Mêrdînê operasyona leşkerî

Artêşa Tirk a dagirker şevê dî li Mêrdînê dest bi operasyonê kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, ‘yekîneyên veşartî’ yên artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Xiraba Bava yê Mêrdinê operasyon daye destpêkirin.

Diyar bû operasyon li herêma Palete tê kirin, tevgera leşkerî ya li herêmê jî didome.

Beriya 2 salan jî hêzên artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Xiraba Bava kiribû û bi rojan êşkence li gundiyan kiribû.