Li Mêrdînê kesekî hate binçavkirin bi zorê birin herêma operasyonê
Li navçeya Stewr a Mêrdînê Metîn Gunay ê di serdegirtina malê de hate binçavkirin, ji aliyê leşkerên Tirk ve bi zorê birin herêma operasyonê.
Li navçeya Stewr a Mêrdînê Metîn Gunay ê di serdegirtina malê de hate binçavkirin, ji aliyê leşkerên Tirk ve bi zorê birin herêma operasyonê.
Li taxa bejahî ya Barman a navçeya Stewr a Mêrdînê serê sibehê serdegirtin hate kirin.
Leşkeran avêtin ser mala Mehmet Huseyîn Gunay û kurê wî Metîn Gunay binçav kirin.
Hate ragihandin ku leşkeran Metîn Gunay birine herêma operasyonê û li ser aqûbeta wî ti agahî nîne. Dorpêça li taxê dewam dike.