Li Mêrdînê jin li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr daketin qadan

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de li Mêrdînê çalakiyek li dar xist. Jinan diyar kirin ku wê serî li ber zilmê netewînin.

Kampanya TJA'yê li Mêrdînê jî dest pê kir. Jin li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya bajêr li hev kom bûn û li ser kampanyayê daxuyanî dan.

Berdevka HDP'ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay û Parlamenter Pero Dundar tevlî çalakiyê bûn.

Endama TJA'yê Eylem Almak li qadê axivî û diyar kir ku tundiya li jinê li Mêrdînê û tevahiya welêt zêde bûye.

Almak got, "Li hemberî êrişan em paş ve gavê neavêjin, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin."

Almak ragihand ku jin li her qadê li dijî zîhniyeta serweriya mêr têdikoşin û wê heta dawiyê Peymana Stenbolê biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê li ber zilmê serî netewînin û ji bo jiyaneke azad û wekhev li ber xwe bidin."