Li Mêrdînê girtiyeke din jî çalakiya fedaî kir

Hate ragihandin ku Medya Çinar a di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê ragirtin, li dijî tecrîdê çalakiya fedaî kir û şehîd bû.

Li gorî agahiyên hatî girtin girtiya siyasî Medya Çinar danê sibê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî kir û jiyana xwe ji dest da.

Girtiya siyasî Çinar, girtiya doza Nisêbînê bû. Çinar a li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dihat ragirtin, beriya çalakiyê ji bo dadgehê anîbûn Mêrdînê.

Çinar, 31’ê Gulana 2016’an bi 42 kesan re hatibû girtin. Çinar a her tim anîbû ziman ku di dema çûn û hatina doza Nisêbînê de êşkence li wan tê kirin û zext û komkujiyên berê hatî kirî bibîr xistibûn.

Her wiha Çinar, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Ocalan tevlî rûniştina bi riya SEGBİS’ê nebibû.

Şandeyeke ku parlamenterê HDP’ê Pero Dundar û Tuma Çelîk jî tê de, ji bo cenaze bigirin çûn Morga Tipa a Edlî ya Mêrdînê. Hate ragihandin ku şandeyê hê jî cenaze negirtiye.

Zulkuf Gezen 17’ê Adarê li girtîgeha Tekîrdagê, Ayten Beçet 23’ê Adarê li girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam 24’ê Adarê li girtîgeha Oltuyê çalakiyên fedaî kiribûn. Cenazeyê her sê çalakvanan jî ji hêla dewletê ve hatibû revandin û veşartin.

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê jî 20’ê Sibatê Ugur Şakar, bedena xwe dabû ber agir û 22’ê Adarê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.