Li Mêrdînê êşkence li gundiyan kirin

Diyar bû ku gundiyên Dêrik û Şemrexê yên ku hatibûn destgîrkirin, êşkence li wan hatiye kirin.

Di navbeyna gundê Şêba Jêr a Dêrikê û Şêb a Şemrexê de 17'ê Kanûnê şer derketibû. Piştî êrîşên tîmên taybet ên Tirk yekî rûpêçayî li gel xwe biribûn û 8 kesên ku vî kesê rêpêçayî destnîşan kiribûn hatibûn destgîrkirin.

Sercan Dolek, Vedat Belgîn, Halîl Belgîn, Nezîr Demîr, Bedrettîn Ozge, Aydin Ozdorak, Sînan Daniş û Ahmet Yapici ku 7 rojan destgîrkirî man birin Edliyaya Dadgehê. Dozgeriyê bi şertê kontrola edlî werin berdan ew şandin dadgehê û piştre gundî hatin berdan.

8 kesên ku hatibûn destgîrkirin gotin êşkence û tehde li wan hatiye kirin, nexweşxaneyê rapora ku li wan xistine nedane û diyar kirin, dema destgîrkirî bûn bi daran li wan dane û parêzerên wan wê gilih bikin.

Gundiyên ku hatin berdan ji bo ku gilih bikin çûne Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV).

CENAZE LI MORGÊ NE

Her wiha ji 4 cenayên ku 17'ê Kanûnê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn û li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihatin hiştin, cenazeyê Servet Demîr ji hêla malbatê ve hate standin û li Êlihê hate veşartin. Hate gotin 3 cenazeyên din ji ber ku hê nasnameya wan diyar nebûye li morgê têne hiştin.