Li Mêrdînê cenazeyê du gerîlayên HPG’ê li goristana bêkesan hate veşartin

Cenazeyê du gerîlayên HPG’ê ku 17’ê Kanûnê li Dêrikê di encama şerekî de şehîd bûbûn li Goristana Bêkesan hate veşartin

Roja 17’ê Kanûnê li bejahiya gundê Şêb yê navçeya Şemrex û gundê Şêb a Jer ya avçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 17'ê Kanûnê de şer derketibû û di şer de 4 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn.

Malbata Servet Demîr di 18'ê Kanûnê de cenazeyê kurê xwe li Êlihê defin kirin. Malbata Mustafa Gorenç jî di 19'ê Kanûnê de li Amedê cenazeyê kurê xwe defin kirin. Lê 2 cenazeyên ku nasnameya wan nehat diyar kirin jî piştî 15 rojan li Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê hat rawestandin, li Goristana Bêkesan a Navçeya Artukluyê hate veaşrtin.