Li Mêrdînê çalakiya Nobeta Edaletê hate destpêkirin

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pisgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bi Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatî destpêkirin, didome.

Ev bi hefteyane di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên Nobeta Edaletê tên lidarxistin.

Li Mêrdînê bi pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Beriya çalakiyê li ber avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê daxuyaniyek hate dayîn. Rêveberên partiya siyasî, nûnerên sendîkayê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Ji nûneriya TUHAYDER’ê Fettah Tekîn axivî. Fettah diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan kete roja 42’yan û bang kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin.

Dayika Aştiyê Besna Gunay banga piştevaniyê li her kesî kir û got: “Em bang li dayikên din ên zarokên xwe winda kirine jî dikin. Bila destê xwe ji bo aştiyê dirêj bikin. Mil bidin milê me. Divê her kes piştgiriyê bide vê nobetê. Divê tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bibe.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan bal kişand ser daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de.

Tanhan diyar kir ku Tirkiye ji demokrasiyê dûr ketiye û got: “Heta ku girtîgeh vale dibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Piştre çalakvan derbasî avahiya DBP’ê ya bajar bûn.