Li Mêrdînê bi ser gelek malan de hat girtin: 6 kes hatin destgîrkirin

Li Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeyên Mêrdînê Artûklu, Qoser, Nisêbîn, Dêrîk û Şemrexê danê sibehê di çerçoveya operasyona qirkirina siyasî de bi ser gelek malan de hat girtin.

Nivîskar Eyûb Guven, Hevşaredarê berê yê Qoserê Îsmaîl Asî, Rêvebera Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Merdînê Emîne Akyuz, Fettah Tekîn, Adem Ûrek û Zinar Akdogan hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.

Hate hînbûn ku dibe hejmara kesên bên destgîrkirin zêde bibe û serdegirtin di çarçoveya lêpirsînên cuda de hatine kirin.