Li Mêrdînê 3 rojnameger hatin destgîrkirin

Li Mêrdînê nûçegiyanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û nûçegihana ajansa Jinnewsê ya Mêrdînê Rojda Aydin û rojnamegerê serbest Alî Dînler hatin destgîrkirin

Her hefte Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a Mêrdînê roja Çaşemê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê didin. Vê hefteyê polîsan cihê daxuyaniyê dorpêç kir û destûr neda ku malbatan daxuyaniyê bidin. Her wiha nûçeygihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal û nûçegihana Jinnewsê ya Mêrdînê Rojda Aydin ên bûyer dişopandin; li Qoserê jî Alî Dînler ê rojnamegeriya serbest dike, hatin destgîrkirin.
Hate ragihandin ku rojnameger birine navenda polîsan a Mêrdînê.