Li Mahabadê cehşan êrîşî çalakiya Bane kirin: 6 kes hatin binçavkirin

Li Mahabadê cehşan êrîşî çalakvanên çalakiya Bane kirin. Di çalakiya li Qada Çarçirayê de 6 kes hatin binçavkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê li Mehabadê cehşan êrîşî çalakvanên çalakiya Bane kirin.

Piştî ku di 4’ê Îlonê de li Banê du kolber hatin qetilkirin çalakiyan dest pê kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiyên hevgirtinê îro saet di 17.00’an de li Mahabadê li Qada Çarçirayê cehşan êrîşî çalakvanan kirin.

Nûçegîhanê me ragihand ku rejîma Îranê bi xwe êrîşî vê çalakiyê nekiriye û cehşên girêdayî xwe şandiye ser çalakvanan.

Nûçegîhanê me diyar kir ku 6 kes hatine binçavkirin.