Li Mawayê êrîşa îmhayê: 2 kes hatin qetilkirin

Dewleta Tirk a dagirker duh li herêma Mawayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di êrîşê de 2 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn.

ÊRÎŞA DAGIRKERÎ Û ÎMHAYÊ

Dewleta Tirk a dagirker duh li bejahiya gundê Xirbêkûr ê Herêma Mawa ya Heskîf a Êlihê êrîşa îmhayê da destpêkirin. Hate diyarkirin ku di setên şevê de şer çêbûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di şerê ku bi SÎHA, F-16, helîkopetran dewam dike de 2 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar û hatine qetilkirin rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê. Ketin û derketina gundê Xirbêkûrê hate qedexekirin.

Hate diyarkirin ku qedexeya ketin û derketina gund wê heta 3’ê Tîrmehê dewam bike