Li Licê şewat mezin dibe, topan diavêjin
Li Licê ev bi rojan e artêşa Tirk topan diavêje û ji ber vê jî şewat derdikeve. Nahêlin ku şewat were tefandin jî.
Li Licê ev bi rojan e artêşa Tirk topan diavêje û ji ber vê jî şewat derdikeve. Nahêlin ku şewat were tefandin jî.
Li herêma Sîsê ya Licê ya Amedê beriya bi 4 rojan ji ber sedema topên artêşa Tirk şewat derket. Dewleta Tirk nahêle ku şewat were tefandin.
Li gorî agahiyan, hêzên dewleta Tirk nahêle ku malbat ji mal derkevin û şewatê bitefînin.
Îro bi ser qereqola jendermeyan de êrîşeke bombeyî çêbû, piştî vê avêtina topan berdewam kir û agirê ji ber topan derketî jî didome.
Piştî çalakiyê rêya sereke ya Licê ji trafîkê re hate girtin.