Li Licê piştî bomberdûmanê operasyon destpê kir
Balafirên şer ên Tirk bejahiya taxa Licok a Licê bomberdûman kir. Piştî êrîşê li herêmê operasyona leşkerî destpê kir.
Balafirên şer ên Tirk bejahiya taxa Licok a Licê bomberdûman kir. Piştî êrîşê li herêmê operasyona leşkerî destpê kir.
Di saetên şevê de balafirên şer ên Tirk taxa Licok a girêdayî navçeya Licê ya Amedê bomberdûman kir. Piştî êrîşî di saetên sibê de li heman herêmê vê carê helîkopterên Atak gulebaran kir û piştre jî bi helîkopterên Skorsky jî leşker li herêmê hatin danîn.
Hate ragihandin ku operasyona leşkerî ya li herêmê hate destpêkirin didome.