Li Licê leşkeran kesek birîndar kir

Li gundê Banaderan a Licêya Amedê ji helîkopterê gule li ser gundiyan hate reşandin. Di gulereşandinê de leşkeran gundiyê bi navê Onûr Vûral destgîr kirin û nehat zanîn ku ew birine ku derê.

Duh êvarî leşkeran dora gundê Banaderan a Licêya Amedê girtin û operasyon dan destpêkirin. Ji helîkopterê jî gule li ser gundiyan hate reşandin. Hate diyarkirin ku di vê gulereşandinê de gundiyê bi navê Onûr Vûral hatiye birîndarkirin. Leşkeran bi birîndarî Vûral destgîr kirine û nehate zanîn ku leşkeran ew birine ku derê. Hê jî destûr nayê dayîn ku kes biçe gund û were.

Gundiyan diyar kirin ku di nava rojê de leşkeran agir bi zeviyan û daristana li dora gund xistine, destûr nayê dayîn ku agir were tefandin û îtfaîye were.

Hate ragihandin ku di destê sibehê de jî li gundên Merdînya, Koçeran û Denglava jî operasyon hatiye destpêkirin û destûr nayê dayîn ku kes biçe gundan û were. Tê diyarkirin ku wesayîtên zirxî gule li wesayîteke sivîl barandiye. Li Merdînya û Denglavayê jî zevî hatine şewitandin û leşker destûrê nadin ku îtfaîye şewatê bitefîne. Hate diyarkirin ku operasyona li herêmê didome.

Li gundê Tûte jî Mehmet Kapan û kurê wî Mehmet Alî Kapan jî yên ku xwestin şewatê bitefînin ji aliyê leşkeran ve hatine desteserkirin û birine Licê.