‘Li Licê helîkopterên gel bombe kirin hate derbkirin’

Navenda Ragihandin û Çapemniyê ya HPG’ê, ragihand helîkoptera artêşa Tirk a li Licê gundî bomberdûman kirin ji aliyê gerîlayan ve hatiye derbkirin.

Navanda Ragehandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildaîr çalakiyên li Colemêrg agahî da. HPG’ê diyar kir ku herî kêm di van çalakiyan de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê, nûçeyên şerê taybet ên ku dibêjin li Agirî û Şirnex gerîla şehîd ketine derewand.

HPG’ê nasnameya gerîlayê li Licê jiyana xwe ji dest daye jî eşkere kir.

Daxuyaniya li ser malpera ferîm ya HPG’ê hatî parvekirin wiha ye:

Di çapemeniya şerê taybet de hate diyarkirin ku di encama bomberdûmanan de li Şirnex 2, li Agirî 5 hhevrêyên me şehîd bûne, nûçeyên derew belav dikin.

Di bomberdûmana hate kirin de ti hevrêyên me şehîd nebûne.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA LI COLEMÊRGÊ

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 6’ê Îlonê de li Şemzînan, Gever û Çelê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hin çalakî li dar xistine.

Hêzên me di 6’ê Îlonê di saet 17.00’an de li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Colemêrg ê Çelê çalakiyeke berfireh lidar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li 7 kozikên dijmin dane, kozika çeka giran a A4’ê jî tê de 4 kozik ji binî ve îmha kirine û derbe li 3 kozikên din dane. Bi qasî ku hatiye zelalkirin 8 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi qasî 2 saetan qad bomberdûman kiriye û bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye.

Hêzên me di saet 15.30’an de li dijî leşkerên li Şikêrê Spî yên Şemzînanê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Hêzên me yên YJA-Starê di heman rojê de saet di 20.30’an de li dijî yekîneyeke dijmin a ku li qada Şapatanê ji Girê Sênalayê ber bi Kanî Botkê diçû çalakiyeke sabotajê lidar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Hêzên me di 21.20’an de di navbera Geliyê Serero û Meleyanê ya Şemzînanê li qada Merga Sîrikê li dijî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Hêzên me li dijî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li Girê Bayê ya Geverê saet di 16.30’an de çalakiyeke sûîkastê lidar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.

LI SÊRTÊ BOMBERDÛMAN

Di 6’ê Îlonê de saet di navbera 17.30-18.00’an de helîkopterên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Herekolê ya Sêrtê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tu xisar negihiştiye hêzên me.

‘NÛÇEYÊN TÊKILDARÎ LI AGIRÎ Û ŞIRNEXÊ GERÎLA ŞEHÎD KETINE DEREW IN’

Di 6’ê Îlonê de saet di 09.30’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Navsera Cûdî ya Şirnexê bomberdûman kiriye. Bi bomberdûmanê re qereqolên derdorê jî bi obus û hawanan li qadê dane.

Di 5’ê Îlonê de saet di 10.00’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Gordê ya Diyadînê ya Agiriyê bomberdûman kiriye. Di navbera saetên 11.00-15.00’an de jî helîkopterên Kobra qad bomberdûman kiriye.

HELÎKOPTERA LI LICÊ GEL BOMBE KIR HATE DERBKIRIN

3’yê Îlonê saet 20:00’an de balfirên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran gundê Mişrif a navçeya Licê ya Amedê bombe kirine û piştre jî bi helîkopterên Skorsky leşker li nav gund danîne.

Leşkeran li nava gund ketober gule reşandine, li ser gel zext û êşkence pêk anîne. Yekîneyek me yên nêzî herêmê mudaxeleyî leşkerên ku zilm li ser gel dikirin, kir û yekîneyên operasyonê kirine hedef. Di encama guleyên yekem de şer qewimî, di şerê li vir de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên dijmin ti agahiyek zelal nehate bidestxistin.

Her wiha dema ku helîkopteran leşker didanîn hevrêyên me helîkopterk Skorsky kirin hedef û derb kirin.

Hevrêyê me Dijwar yê li dijî zext û êşkenceyên leşkerên artêşa Tirk ya li ser gund bi ruhê fedayî kete nava leşkeran sîng bi sîng şer kir û gihişte şehadetê.

Artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi gelek helîkopterên Skorsky ji qadê dûr xistin. 4’ê Îlonê saet 13:00 ji qadê vekişiyane.

Nasnemaye hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Dijwar Botan
Nav û Paşnav: Mehmet Barkin
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Siyahan – Hacî
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 3’yê Îlona 2017