Li Licê dor li 18 gund û gundikan hate girtin
Li Licê li 18 gund û gundikan, ji bo operasyona leşkerî derketina derve hate qedexekirin.
Li Licê li 18 gund û gundikan, ji bo operasyona leşkerî derketina derve hate qedexekirin.
28'ê Gulanê li ser 120 gund û gundikên navçeyên Hênê, Karaz û Pîranê yên Amedê, ji hêla Walitiya Tirk a li Amedê ve bi henceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Piştre her çendî hate gotin qedexe hate rakirin jî bi fiîlî qedexe dewam dike. Walitiya dewleta Tirk a li Amedê îro jî ragihand ku li bejahiya Licê wê operasyon were kirin.
Bi vê armancê li gundên Akçabudak, Ortulu, Ulucak, Saydamli, Kiliçli, Yorulmaz , Guldîken, Uçdamlar, Baharlar, Bayırlı, Hedik, Tuzlakoy, Yamaçli, Kiralan, Dernek, Konuklu, Yunluce û Yaprakkoy yên Licê derketina derve "qedexe" kir.