Li Lêlîkanê çalakî, li Amedê operasyon

Li girê Lêlîkanê di çalakiya gerîla de leşkerek hate kuştin, 5 jî birîndar bûn. Li Amedê jî di çalakiya dijî operasyonê de 5 leşker hatin kuştin. Di operasyonê de 5 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI LÊLÎKANÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li bajarokê Sîdekanê yê Başûrê Kurdistanê hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Lêlîkanê 28'ê Nîsanê (doh) saet 16:00 çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin û di encama çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dijmin ên dagirker piştî vê çalakiyê bi çekên giran û ferdî li derdorê reşandin, her wiha bi SÎHA'yan xwestin derbê li hêzên me bixin. Bi vê armancê firokeyeke bê mirov a bi tîpa Bayraktar ji ser gir rabû û hêzên me derb lê dan. Firokeya keşfê neçar ma xwe deyne. Di şer û çalakiyê de zerar negihişt hêzên me.

5 LEŞKERÊN TIRK LI AMEDÊ HATIN KUŞTIN

24'ê Nîsanê artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Remzî ya Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir. Bi teknîkeke xurt, bi yekîneyên veşartî yên berê li herêmê hatin bicihkirin û bi gelek leşkeran operasyon hate kirin. Di roja destpêkê ya operasyonê de (24'ê Nîsanê), li Girê Ziyaretê yê li nêzî gundê Lêxosorê hêzên me li baskekî operasyonê xistin. Di çalakiyê de ku bi bandor bû 5 leşkerên dijmin hatin kuştin.

5 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

25'ê Nîsanê saet 07:30'î, li nêzî gundê Mala Farqînê hêzên me yekîneyeke dijmin şopand û ji nêz ve lê da. Şerê ku li vir rû da heta danê nîvro dewam kir. Hejmara leşkerên dijmin ên hatin kuştin û birîndarkirin nehate tespîtkirin. Hevalên me Azîz, Çekdar, Bahoz, Ferhat û Zaza ku heta fîşeka dawî bi lehengî şer kirin, di şer û bomberdûmanê de şehîd bûn. Operasyon êvara 26'ê Nîsanê bi dawî bû.

Hevrêyên me Azîz, Bahoz, Çekdar, Ferhat û Zaza di vê operasyona berfireh de bi baweriyeke mezin şer kirin û derbên giran li dijminê mêtinger xistin. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku bi serxistina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMA ZÊ BARANDIN

28'ê Nîsanê (doh) saet di navbera 22:00-23:55 de, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrîş birin ser qada Çemço ya Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hêzên me ji van êrîşan zerar nedîtin, lê zerar li cografya Kurdistanê bû."