Li Lêlîkan û Barzanê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li herêmên Lêlîkan û Barzanê yên Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeiyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 14'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me 14'ê Gulanê saet 14:15'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker bi piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

Hêzên me di çarçoveya pêngavê de heman rojê saet 11:30'î li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin."