Li Kurdistanê sed sal e bi çekên kîmyewî komkujî tê kirin

Li Kurdistanê ku sed sal e bi çekên kîmyewî tê bombekirin, li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer tê kirin.

Dîrok bi kiryarên hovane yên dewletan ên li dijî gelên bêparastin dagirtî ye. Di van kiryarên hovane de gefa herî mezin jî çeka kîmyewî ye.

Çekên kîmyewî ku bi endustriya kîmyewî re zêde bûn, ji aliyê dewletan ve li dijî gelan têne bikaranîn.

Ji bo pêşî li vê bê girtin qanûnên navneteweyî, mekanîzma û rêxistin hatin avakirin. Lê mixabin ji ber ku ev mekanîzma bi erka xwe ranabin hîn jî bi çekên kîmyewî komkujî têne kirin. Bi taybetî jî li dijî Kurdan...

LI KURDISTANÊ 'KOMKUJIYA KÎMYEWÎ' YA SED SALÎ

Yek ji deverên ku kiryarên hovane yên dewletan lê tê kirin xaka Kurdistanê ye. Li Kurdistanê ku bi çar parçeyan hatiye dabeşkirin û polîtîkayên kêfî yên dewletan lê tê meşandin, ji sala 1920'î û vir ve bi çekên kîmyewî komkujî tênekirin, sûcê şer tê kirin.

Di nava salên 1920'î de li dijî berxwedana Şêx Mehmûd Berzencî ya li Silêmaniyeyê, Îngilizan ji balafirên şer gazên bi jehr avêtin û ji 5 heta 10 hezar Kurd qetil kirin. Di salên 1937-1938'an de di dema Qirkirina Dersimê de ji ber ku dewleta Tirk gazên bi jehr bi kar anîn 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Rejîma Saddam di 16'ê Adara 1988'an de bi gazên bi jehr êriş bir ser bajarê Helebçeyê yê li Başûrê Kurdistanê ku nêzî sînorê Îranê ye. Piraniya wan jin û zarok herî kêm 5 hezar kes hatin qetilkirin. Êriş weke 'Komkujiya Helebçeyê' cihê xwe di dîrokê de girt.

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di rapora xwe ya 26'ê Tebaxa 2011'an de ku bi sernavê 'Li Tirkiyeyê di pêvajoya şer de îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk' weşand, ragihand ku di navbera salên 1994-2011'an de di şer de ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bi 46 caran, 437 PKK'iyan jiyana xwe ji dest dan.

Di salên 2018-2019'an de di operasyona dijî herêma Efrînê de çekên kîmyewî hatibû bikaranîn, zarok jî di nav de bi dehan kes birîndar bûbûn. Ev êrişa navborî ya bi çekên kîmyewî di raporên Neteweyên Yekbûyî de jî hatibû diyarkirin.

Eşkere bûbû ku artêşa Tirk di operasyona li herêmên Zap, Avaşîn û metînayê de çekên kîmyewî bi kar anî ku vê operasyonê 23'ê Nîsanê dest pê kir. Rojnameya Îngiliz Morning bi wêneyên PKK'iyên di êrişên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan û bi hevdîtina bi rayedarên KCK'ê re ev mijar parve kiribû.

Her wiha li gorî Navenda Ragihandin û Parastinê ya HPG'ê artêşa Tirk di nava 5 mehên dawî de bi giştî 138 caran bi çekên kîmyewî êriş kir û di encmaê de gelek HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan. Di 4'ê Îlonê de li gundê Hirorê di êrişeke kîmyewî de xisareke mezin li malbatekê bû, Tîma Lihevanînê ya Xiristiyan Şaxê Iraqê jî diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên malbatê ji ber êrişa bi çekên kîmyewî ye.

Tê gotin, artêşa Tirk van rojan jî çekên li qada navneteweyî qedexekirî ne bi kar tîne.

Rêxistinên jinan, siyasetmedar, nivîskar û hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî rewşê dan, lewma name ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re şandin û jê xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê. Li dijî bikaranîna çekên qedexekirî bi destê Tirkiyeyê ve, li gelek deverên cîhanê çalakî dewam dikin.

OPCW ÇIMA BÊDENG E?

Astengiya herî mezin a li pêşiya çareserkirina mijara bêçekkirinê, bicihnehatina hiqûqa navneteweyî ye. Bi taybetî jî têkildarî Kurdan...

Rojên dawî ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, di serî de HPG û KCK gelek saziyên civakî yên sivîl banga 'li cihê cih lêkolînê bike' kirin, lê belê balkêş e ku OPCW bêdeng e.

OPCW a ku navenda wê li bajarê Den Haag ê Hollandayê ye, têkiliya wê ya bi dewleta Tirk re di dema êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Girê Spî û Serêkaniyê ya sala 2019'an de hatibû rexnekirin. Dema ku daxuyanî hate dayin ku artêşa Tirk di vê êrişê de li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar tîne, Sefîrê Tirkiyeyê yê li Laheyê Şaban Dîşlî 30 hezar Euro dabû OPCW'ê.

Li gorî OPCW'ê gazên çavan dişewitînin ên ku polîs ji bo tepisandina bûyerên civakî bi kar tînin, qedexe ye ku her cûre madeyên kîmyewî bi armancên leşkerî li deverên girtî yên weke şikeftan bêne bikaranîn. Tevî vê yekê jî piştî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a 10-13'ê Sibata 2021'ê ya li Garê, Wezîrê Parastina Milî ya Tirk Akar li xwe mikur hatibû ku 'gazên çavan dişewitîne hatiye bikaranîn'. OPCW'ê pêwîstî pê nedîtibû ku têkildarî vê mikurhatinê lêkolînekê bike.