Li Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên ji bo Newrozê

Li bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên ji bo Newrozê didomin. Partî bi gel re civiyan û gel vedixwinîn pîrozbahiya Newrozê.

BURSA

Li Bursayê xebatên Newroza 21’ê Adarê berdewam dikin. Piştî serlêdana Kocaeliyê hat redkirin, biryar hat dayîn ku li Stenbolê Newroza xwe pîroz bikin.

Li navçeya Yildirim a Bursayê xebatên 21’ê Adarê ya bi şîara “Newroz bexwedane, li dijî faşîzmê bihara gelane” bedewam dikin. Dê Newroz saet 15.00’an li Qada Bazara Arabayatagi pêk were. Komîteya Amadekar a Newrozê ku ji 7 kesan pêk tê, xebatên xwe birêve dibin.  Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîlî û gelek hunermendên herêmê wê beşdarî Newrozê bibin.

Belavok li cihên kar û malan hate  belavkirin û gel tê vexwendina pîrozbahiya Newrozê.

KOCAELİ

Rêxistina HDP’ê ya Kocaeli ku xwest di 17’ê Adarê de Newrozê pîroz bike, lê  Walîtiya Kocaeliyê destûr nede.  Li ser vê yekê Rêxistina HDP’ê ya Kocaeliyê biryar da ku di 21’ê Adarê de li Stenbolê Newrozê pîroz bikin.

İZMİR

Li İzmirê wê bi şîara ‘Newroz berxwedan e. Li dijî faşîzmê bihara gelan e’ wê Newroz were pîrozkirin û amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê bi dawî bûn. Komîteya Amadekar a Newrozê têkildarî Newroza ku di 21’ê Adarê li Qada Gündoğdu ya İzmirê  li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr daxuyanî da.

Hevseroka HDP’ê ya bajêr Çerkez Aydemir wiha got; “Li van xakan civaka ku di paşerojê de li dijî qirkirinên siyasî û çandî, li dijî polîtîkayên îmha, înkar û asimîlasyonê li ber xwe da û îro hêviyên civakê bi berxwedanê li ser lingan maye. Niha ji her demî bêhtir bi awayekî bihêztir em ê li berxwe bidin.”

Aymedir got îro roja têkbirina faşîzmê ye û îro bi pêngaveke din em nêzî azadiya gelan dibin. Aydemir got ku wê Newroza 2018’an bi rûhê berxwedana li dijî faşîzmê pêşwazî bikin û banga tevlîbûnê kir.

COLEMÊRG

Ji bo Newroza 21’ê Adarê ya bi şîara “Newroz berxwedane, li dijî faşîzmê bihara gelane” ya Geverê destûr hat dayîn. Di 21’ê Adarê roja Çarşemê saet 10.00’an de li Stadyuma navçeyê ya li ser rêya Oremarê dê Newroz bê pîrozkirin.

MÊRDÎN

Newroza Nisêbînê dê di 21’ê Adarê de bê pîroz kirin. Rêxistinên HDP, DBP û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Artuklu gel ziyaret kirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, xebatên ji bo mîtînga Newrozê ya piştî 2 salan bê pîroz kirin berdewam dikin. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Tirk, Partiya Demokratîk a Galan (HDP), Parlamenterên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Alî Atalan û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Artuklu gel ziyaret kirin û belavok belav kirin.

Ligel astengiyên polîsan jî welatî û partî hatin gel hev û eleqeyek mezin hat nîşandan. Endamên partiyê gel vexwendin Newroza Nisêbînê.

WAN

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de li Wanê bê lidarxistin destûr hat dayîn.

Wê li Wanê di 21’ê Adarê de dê li rex Keleha Wanê pîrozbahiya Newrozê bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newroza Wanê ji bo destûra fermî serî li Walîtiya Wanê da. Walîtiyê bersiva erênî da serlêdanê. Bi destûrdayîna pîrozbahiyê re li Wanê xebatên Newrozê hin bêtir leztir bûn.