Li Kobanê cenazeyên 5 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyê Kobanê cenazeyên 5 şervanên azadiyê yên li cihên cuda jiyana xwe ji dest dabûn, li Girostan Şehîd Dicle veşartin.
Welatiyê Kobanê cenazeyên 5 şervanên azadiyê yên li cihên cuda jiyana xwe ji dest dabûn, li Girostan Şehîd Dicle veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Zozan a bajêr kom bûn, cenazeyên şervanên YPG′ê Xelef Hisên (Xelef Kobanê), Îbo Şêx Bozan (Masîro Sirûcî), Ocalan Misto (Baran Kurde), Feyad Kenaya (Bager Pîr) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de û Endamê Hêzên Xweparastinê Zana Ebdo ku li gundewarên Minbicê di bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ′ê de jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.
Di merasîmê de Endamê Komîteya Xebatên Civakî ya Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Ferhad Dêrik, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Berkel, Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM′ê û partiyên siyasî, amade bûn.
Li goristanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû cangoriyên Kurdistanê şervanên YPG/YPJ’ê merasîmekî leşkerî lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Kanî Kobanê axivî, sebir û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û diyar kir ku armanca cangoriyên azadiyê, avakirina Sûriyeke demokratîk e. Kanî wiha got: ″Dijminên gelên herêmê êrîşî herêmên rizgarkirî dikin û dixwazin vîna gelan bişikînin û derb li destkeftiyên şoreşê bidin.″
Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyêê Gêlo Îsa jî axivî destnîşan kir ku bi ruhê cangoriyên azadiyê wê gelek serkeftin werin bidestxistin û bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê.
Piştre jî nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan bi dirûşma “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayîkan ve hatin veşatin.