Li Kirmaşanê kolberek birîndar bû

Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji tehtan kete xwarê û birîndar bû.

Li gorî nûçeya malpera kolbernewsê, 28'ê Hezîranê roja Sêşemê li herêma Newsudê ya ser bi Kirmaşanê kolberek ji tehtan kete xwarê û birîndar bû.

Kolber Nesrûllah Hemîdî yê ji gundê Selas Bawecanî, rakirin nexweşxaneya Kirmaşanê.

27'ê Hezîranê li herêma Sedeştê, komek ji kolberan bûbû hedefa êrişa hêzên Îranê. Di êrişê de Wahîd Mihemedpûr bavê sê zarokan hatibû qetilkirin.

24'ê Hezîranê li herêma sînor a Kirmaşanê, komek ji kolberan bûbû hedefa hêzên Îranê û di encamê de kolberek birîndar bûbû, gelek jî hatibûn destgîrkirin.

23'ê Hezîranê danê sibehê li herêma Hewraman a Sineyê, kolber Fehîm Rustem Zade ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû qetilkirin.

Mehên dawî êrişên li ser kolberan zêde bûne. Dewletên Îranê û Tirk bi kêfî û bi rêk û pêk êrişî kolberan dikin û bêdaraz kolberan qetil dikin.

Li gel van êrişan her wiha kolber di nava şert û mercên giran ên hewayê û cografîk de neçar dimînin ku ji bo debara xwe bikin karê kolberiyê bikin.