Li Kirmaşanê erd hejiya -NÛ BÛ
Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê bi 6.1 pileyî erd hejiya.
Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê bi 6.1 pileyî erd hejiya.
Erdheja bi şîdeta 6.1 pileyî ku li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê rû da, gelek bajarên Başûrê Kurdistanê û paytexta Iraq Bexdayê jî hejand.
Erdhej bi 6 kîlometreyan li binê erdê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 2 kes ji ber erdhejê mirin, 230 kes jî birîndar bûn.
Ji ber erdhejê li gundên Ciwanro, Taze Abad û Binarê Daleho elektrîk qut bû.
Fikar hene ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.