Li Kirmaşanê 2 welatî û 3 çalakvanên sivîl hatin destgîrkirin

Hêzên ewlekariya Îranê li bajarê Şabad û Ciwanro yên ku girêdayî bajarê Kirmaşanê yr 2 welatî û 3 çalakvanên sivîl destgîr kirin.

Li gorî agehiyên Rêxistina Mafê Mirovan, duh 2 welatî û 3 çalakvanên sivîl li bajarê Şabad û Ciwanro ya girêdayî bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine destgîrkirin û birine cihekî ne diyar.

Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, duh hêzên ewlekariya dewleta Îranê li ser 3 malên çalakvanên sivîl ya li bajarê Şabad a girêdayî bajarê Kirmaşanê girtin, piştî lêkolîna li mala Sûhrab Muradî, Daryûş Muradî û Ehmed Besatî hate kirin û şûnde destgîr kirin.

Li gorî agahiyan Sûhrab Muradî û Daryûş Muradî birayên hev in ku rêveberê malperekî ferhenga wêjeyî ya binavê Hesare ye. Ehmed Besatî jî helbestvaneke, heta niha çend pirtûkên helbestan bi zimanê Kurdî çap û belav kiriye.

Li gorî agahiyan ev kes bi sûcê tevlî xwepêşandanên li bajrê Şabad a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê ye hatine destgîrkirin.

Her wiha Civaka Mafê Mirov ya Kurdistanê têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Duh 2 ciwanên xelkê bajarê Ciwanro ya girêdayî bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekariya dewleta Îranê ve hatin revandin û nayê zanîn ber bi kûderê ve birine.”

Li gorî agahiyan kesên hatine destgîrkirin Kawa Salihî û Hemze Ezîzî ye. Lê sedemê destgîrkirina wan ya ku bi navê ‘Revandin’ ne hatiye kirin.

Di dema êrîşên dewleta Tirk ya li ser naçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriye, bi giştî xelkên bajêrên Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê derketin kolanan. Her wiha di xwepêşandana gelemperî ya meha derbasbûyî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, li bajarê Kirmaşan, Ciwanro û Merîwanê gelek kes hatin kuştin. Heta niha jî hê cenazeyên çend kesan ne hatine dayîna malbatên wan ku hejmarekî ji wan kesan ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine destgîrkirin û çarenûsa wan jî ne diyare.