Li Kirmanşanê travmaya erdhejê: 15 welatiyan xwe kuştin

Ji ber travmaya erdheja li Kirmanşanê û polîtîkayên cihêkariyê yên rejîmê, 15 kesan dawî li jiyana xwe anîn.

Bandora erdheja 12'ê Mijdarê ya li eyaleta Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Ji ber polîtîkayên cihêkar ên rejîma Îranê, bi deh hezaran erdhejzede li binê konan dijîn. Hat ragihandin, ji rûdana erdhejê û vir ve 15 welatiyan ji ber sedemên cuda li Kirmanşanê dawî li jiyana xwe anîne.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, ji 12'ê Mijdarê dema rûdana erdhejê û vir ve, di nava 40 rojî de li eyaleta Kirmanşanê û bajarên ser bi wê ve 15 welatiyan ji ber sedemên cuda întixar kirine.

Di raporê de hat ragihandin, ji ber travmaya giran û pirsgirêkên sosyo-ekonomîk ên ji ber polîtîkayên cihêkar ên rejîmê, welatiyan dawî li jiyana xwe anîne.

Di rapora Komeleya Mafên Mirovan a Îranê de li ser sedema întixaran wiha hate gotin: "tengaviya derûnî ya giran, travmaya ji destdana xizmên xwe, pirsgirêkên rojane yên rû didin, kêmasiya alîkariyê, pirsgirêkên giran ên aboriyê, pirsgirêkên stargehê û zextên rejîmê."

Pispor dibêjin, piştî bûyerên bi vî rengî giran ku rê li ber zerareke mezin a can û mal vekiriye, divê desteka madî û manewî bê navber bê kirin. Lê belê medya Îranê û saziyên rejîmê hê ji roja destpêkê ve hewl dan erdheja li Kirmanşanê binixumînin.

Ji ber erdheja bi dijwariya 7.3 pileyî ku 12'ê Mijdarê rû da, li gorî daxuyaniyên fermî zêdeyî 600 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Lê belê tê gotin ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e û hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane hezar derbas kiriye.