Li Kerkûkê sê bazirganên madeyên hişber hatin destgîrkirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Dij Terorê ya Iraqê Seîd Meîn ragihand, li Kerkûkê sê bazirganên madeyên hişber hatine destgîrkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Dij Terorê ya Iraqê Seîd Meîn îro daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku li Kerkûkê sê bazirganên madeyên hişber hatine destgîrkirin.

Meîn diyar kir, di dema operasyona destgîrkirinê de madeyên hişber jî li gel van kesan hatine dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, mehên derbasbûyî de jî li bajarê Kerkûk, li navçeya Xurmatûyê gelek kes bi vî sûcî hatine destgîrkirin.