Li Kerkûkê şandeyeke Tirk a nepen!
Şandeyeke payebilind a Tirk ku hatî Kerkûkê li Walîtiya Kerkûkê bi endamên meclîsê yên Tirkmen û Ereb re rûdine.
Şandeyeke payebilind a Tirk ku hatî Kerkûkê li Walîtiya Kerkûkê bi endamên meclîsê yên Tirkmen û Ereb re rûdine.
Şaneyeke payebilind a Tirk ku hatî Kerkûkê li Walîtiya Kerkûkê bi endamên meclîsê yên Tirkmen û Ereb re rûdine. Li gorî agahiyan şandeya Tirk ku vê sibehê hatiye Kerkûkê bi endamên Meclîsa Bajêr a Kerkûkê, yên Tirkmen û Ereb re rûdine.
Li gorî nûçegihanê me yê Kerkûkê beriya hevdîtina şandeyê hemû nûçegihan ji walîtiyê hatine derxistin. Diyar nebû bê ka hevdîtin bi çi armancê tê kirin û tê gotin di nav şandeyê de endamên MÎT’ê û rayedarên Konsolosê Hewlêrê yên Tirkiyê jî hene.
Endamên Meclîsa Bajêr a Kerkûkê jî piştrastkirin ku şandeya Tirk hatiye lê gotin derbarê naveroka hevdîtinê tiştek ji wan re nehatiye gotin.