Li Kerkûkê qedexeya hatin û çûyinê ji bo 6 rojan hate dirêjkirin

Maseya Krîzê ya Kerkûkê biryar da ku ji bo 6 rojên din qedexeya hatin û çûyinê li bajêr bê dirêjkirin.

Piştî qedexeya hatin û çûyinê ya mehekê ya ji aliyê Maseya Krîza Kerkûkê ve li bajêr hatî bicihkirin, ji bo kêmkirina zextên li ser esnafan û malbatên hejar yên bajêr, Maseya Krîza Kerkûkê biryar da ku di hefteyê de tenê 2 roj qedexeya hatin û çûyinê hebe, her wiha di hefteyê de 5 roj jî ji bo 12 saetan welatî bikarin karê xwe jî bikin.

Ji 20’ê Nîsana borî heta 3’ê Gulanê li bajarê Kerkukê di nava hefteyekê de tenê 2 roj qedexeya hatin û çûyinê hebû lê piştî wê yekê çend rewşên nû yên bi ketina vîrusa koronayê ya li bajêr derketî, hejmara kesên bi vîrusê ketin zêde bûn ku bûn 19 kes ev kesên ku bi vîrusê ketîn jî ji kesên din girtine. Maseya Krîza Kerkûkê neçar ma ku civînekê li dar bixin ji bo biryarekî nû ya ji bo parastina bajêr ji vîrusa koronayê bidin.

Îro 3’ê Gulanê Maseya Krîza Kerkûkê li avahiya bajêr kombûn û biryara dirêjkirina qedexeya hatin û çûyinê da, her wiha qedexe sibe roja duşemê saet ji 6’ê sibehê dest pê dike heta roja Şemiya bê wê bidome. Di dema qedexeya hatin û çûyinê de heman tedbîrên ewlekariyê yên berê wê bêne pêkanîn.

Kesên li derveyî Kerkûkê jî dikarin heta 48 saetan vegerin bajêr.