Li Kerkûkê panel ‘Kurd û dadgeha sûcên navnetewî’ hat lidarxistin

Li bajarê Kerkûkê di salvegera damezrandina dadgeha navnetewî de, Hevpeymaniya Rêxistinên Kurdistanî di vê çarçoveyê de 2. panela “Kurd û dadgeha sûcên navnetewî” lidar xist.

Li Salona Stenbol a bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê, Hevpeymaniya Rêxistinên Kurdistanî di çarçoveya dadgeha navnetewî de, di 24. salvegera Peymannameya Romayê û 22. salvegera damezrandina dadgeha navnetewî de, bi dirûşmeya “Kurd û dadgeha sûcên navnetewî” panêlek organîze kir.

Di panelê de 3 mijar hatin destgirtin ku her yek ji Dozger Rizgar Mihemed Emîn, Dr. Huner Emîn û her wiha Dr. Eyad Dawudî ku her du jî doktorayê yasa ne wek axaftvan panel pêşkêş kirin.

Gotina vekirinê ji aliyê çalakvanê mijara jenosîd û organîzatorê panelê Hêmin Hesîb ve hat kirin. Hesîb got, “Ew sala 2’yemîn e ku em vê panelê di salvegera damezrandina dadgeha sûcên navnetewî û Peymannameya Romayê ku bi armanca pêşxistina hemahengiya navnetewî ya ji bo ji holê rakirina sûcên navnetewî û jenosîdê hat pêşxistin de organîze dikin. Heta niha 139 welat endamên vê dadgehê ne lê mixabin heta niha jî Iraq amade nîne ku bikeve na çarçoveya vê peyamnnameya navnetewî. Di demekê de ku herî zêde di niviya sedsala borî de sûcên komkujî û jenosîdê li Iraqê hatine kirin, ew nêzî 17 salin ku em ji bo ku Iraqê bikin endamê dadgeha navnetewî dixebitin.”

Piştre endamê Rêveberiya Karûbarên Şehîd û Kesên Hatine Enfalkirin a li Kerkûkê Xelîl Rehîm jî axaftinek pêşkêş kir. Rehîm anî ziman; “Endam nebûna Iraqê ya di dadgeha navnetewî de metirsiyeke mezin e ji bo pêşeroja pêkhateyên Iraqê. Dîrokê îsbat kiriye ku her yek ji rejîmên Iraqê çawa li dijî gelên Iraqê sûc kirine ku ji wana Enfal, Kîmyabaran Helebce, Bi Zindî Binaxkirin, koça milyonî ya gelê Kurd û bê ser û şûnkirina ciwanên Kurd a ji ber Kurdbûna wan. Her wiha rejîmên Iraqê li dijî neteweyên din jî sûc kirine, weke mînak darvekirin û bi zindî binaxkirina Şîiyên Iraqê ya ji ber cudabûna mezheba wan û talan û desteserkirina zewî û milkên Kurd û Tirkmenên li bajarê Kerkûkê li ser bingeha neteweyî û her wiha çendîn sûcên din ji aliyê wan rejîman ve hatine kirin.”

Panel ji 3 beş-mijaran pêk hat ku wiha ne;

-Dîroka dadgeha sûcên navnetewî

-dadgehên sûc ên navnetewî û jenosîda Kurd

-Endambûna Iraqê ya di dadgeha navnetewî de di navbera daxwazên destûrî û pêwîstiyên heyî de

HER DU CEMSERÊN EMERÎKA Û SOVIYETÊ LI PÊŞIYA DADGEHA SÛCÊN NAVNETEWÎ ASTENG BÛN

 Mijara yekemîn ji aliyê Dozger Rizgar Mihemed Emîn re hat pêşkêşkirin. Emîn di serî de behsa destpêka dîroka sûcên navnetewî kir û piştre qala hewldanên ji bo avakirina dadgeha sûcên navnetewî kir û got; “Dîroka sûcan heta bi dîroka çêbûna mirovatiyê diçe, hizra damezrandina dadgeheke taybet ji bo sûcê navnetewî ya piştî Şerê Cîhanê yê 2. hatiye nava rewşenbîrên yasayî. Her du cemserên Emerîka û Yekîtiya Soviyetê li pêşiya pêkanîna dadgeha sûcên navnetewî asteng bûn, lê piştî hilweşîna Yekîtiya Soviyetê û tenê mayîna cemsereke hêzê, rê da ku dadgeha sûcê navnetewî bê damezrandin.”

EV SÛCANE SÛCÊN NAVNETEWÎ NE

Mijara din ji aliyê Dr. Huner Emîn ve hat pêşkêşkirin ku têde behsa cureyên sûcan yên navnetewî hat kir û wiha pêde çû, “Ev sûcên wek jenosîd, sûcên li dijî mirovatiyê, sûcên şer û sûcên dijminatiyê, sûcên navnetewî tên hesibandin; li gorî yasayê dadgeha navnetewî ji bo her yek ji van sûcane pênaseyeke taybet hatiye kirin.”

PIRANIYA SÛCÊN NAVNETEWÎ BI PIŞTEWANIYA DEWLETAN PÊK TÊN

Dr. Huner Emîn her wiha têkildarê çawaniya sûd wergirtina Kurdan ji dadgeha sûcên navnetewî ragihand; “Dadgehên sûcên navnetewî ji destpêka avabûna xwe heya niha ti sûdeke wisa diyar ji bo gelê Kurd nebûye, ji ber ku ew dadgeh nikare bibe cihekî dadperwer da ku Kurd bikare bi rengekî yekser dozên xwe bigihîne wan. Ew jî cihê rexnê ye ku bingehên vê dadgehê pêwîstî bi guhertinê û li ber çavan re derbaskirinê heye. Ji ber ku nabe tenê dewletên hegemon bikarin dozên xwe bigihînin vê dadgehê. Ji ber ku piraniya wan sûcên ku pêk tên, pir kêm tê dîtin ku aliyekê pêk anîbe ku dewletek li pişt wê nebe. Serbexwe nebûna Kurd bûye asteng li pêşiya xwe gihandina dadgeha sûcên navnetewî.”

‘PÊWÎSTE JI BO ENDAMBÛNA IRAQÊ YA DI DADGEHA NAVNETEWÎ ZEXT BÊN KIRIN’

Di dawiya panelê de jî mijara dawî ji aliyê Dr. Eyad Dawudî hat pêşkêşkirin. Dawudî diyar kir; “Ew Kurdên ku di dema rejîma berê ya Iraqê de li hemberî wan sûc hatiye kirin, erkên Iraqê ya li beramberî qurbaniyan tenê li ser kaxezê hatiye pêkanîn. Pêwîste aliyên siyasî û çalakvan zextê li hikumeta Iraqê bikin da ku dewleta Iraqê bibe endamê di dadgeha sûcên navnetewî de. Erkê Encûmena Wezîran a Iraqê ye ku pêwîstî û karûbarên ji bo endambûna Iraqê ya di dadgeha navnetewî de bipejirîne.”

‘TENÊ EW ALÎ DIKARIN DOZÊ BIBIN DADGEHA SÛCÊN NAVNETEWÎ’

Dawûd di beşa dawî ya axaftina xwe de têkildarê ew aliyên ku dikarin dozên sûcan bigihînin dadgeha navnetewî ev nirxandin kir; “Ji bo tomarkirina her sûcekê ya li dadgeha sûcên navnetewî, tenê çar alî dikarin dozê bibin dadgeha sûcên navnetewî. Ew alî jî; daxawzkerê giştî yê dadgehê, encûmena asayîşê, Dewletekê ku di dadgeha sûcên navnetewî de endam be û dewletekê ku ne endam be lê hemû mercên dadgeha sûcên navnetewî pêk tîne.”