Li Kerkûkê li dijî mala rêveberiya ITC’ê êrîşa bombeyî

Lİ Kerkûkê di seatên êvarî de li dijî mala rêveberê ITC’ê Sabah Kadîr Kasim êrîşa bi bombeyan hate lidarxistin.

Hate  ragihandin ku li Kerkûkê di seatên êvarî de li dijî mala rêveberê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) Sabah Kadir Kasim a li bajarokê Leylan ji aliyê kesên ne nas ve êrîşa bombeyî hate lidarxistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di seatên şevê  de li dijî mala Kasim a li Taxa Newroz ya bajarokê Leylan di êrîşa bombeyî de windahiya can çênebû lê di malê de zirara madî heye. Hate ragihandin ku wesayîta Kasim nayê bikaranîn.

Nehate zanîn ku êrîş ji aliyê kê yan jî kesan ve hatiye kirin. Li Kerkûkê  şevê din li Taxa Hey Eskerîyê endamê boruya ITC’ê Aladdîn Salihî ji aliyê kes yan jî kesên nenas ve di encama êrîşeke bi çek de hatibû kuştin.