Li Kerkûkê ji bo Ocalan welatî daketin qadan

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê ji bo agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire bi dehan kes daketin qadan û çalakiyek kirin.

Bi dehan welatiyên Kerkûkê ji bo piştî şewata li Îmraliyê û şûnde agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire, li taxa Penca Elî ya Kerkûkê çalakiyek kirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê çalakiyan Amed Kerkûk daxuyaniyek da. Kerkûkî got: “Rêber Apo ji bo Kurdan xeta sor e. Divê têkildarî agirê li Îmraliyê derketî agahiyên zelal bên parvekirin. Armanca vî agirî di serî de tinekirina Rêber Apo û gelê Kurd e.”

Kerkûkî bal kişand ku şewata li Îmraliyê berdewama komployê ye û ji bo vê bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan û azadîxwaz ên cîhanê kir ku li dijî êrîşa li ser Ocalan bêdeng nemînin. Kerkûk got: “Daxwaz dikin ku li ser tenduristiya Serok Apo agahî bên parvekirin.”

Her wiha Kerkûkî bang li hemû welatiyên Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê kir ku bêdeng nemînin û li dijî êrîşên di serî de li ser Ocalan û gelê Kurd bikevin tevgerê.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.