Li Kerkûkê hinek li ser PKK’ê li pey provakasyonan in

Di nava çend rojên borî de hinek li Kerkûkê ketina pey provakasyonan û PKK’ê bi çirandina alên Iraqê û hildana alên xwe sûcdar dikin.

Her wiha ew kesên van kiryaran dikin dîmen li ser tevnên civakî parve dikin û dîsa ajans û qenalên Iraqî jî vê diweşînin û PKK’ê li bajarê Kerkûkê bi sûcê ku alên Iraqê çirandine û li şûna wan ala PKK’ê hildidin sûcdar dikin.

Eniya Tirkmen vê yekê dixin stûyê PKK’ê ku wan li Kerkûkê alên Iraqê çiranandine û alên xwe hildane. Bi vê yekê li pey provakasyonan in.

Serokê Eniya Tirkmen Erşad Salih bê ku belke û delîlek hebe li ser weşanên Iraqî li ser mijarê axivî û yekser ev yek xiste sûcê PKK’ê.

Îro jî li ser navê Meclîsa Ereban a Kerkûkê Hatim Eltaî daxuyaniyek da û PKK’ê ji vê kiryarê sûcdar kir.

Girêdayî heman mijarê çavdêrên siyasî jî diyarkirin ku dibe ev kiryar eniya Tirkmen bi xwe jî bikin û hincetekê ji bo Tirkiye çêbikin ku Tirkiye bi vê hincetê bixwaze êrîşî Kerkûkê jî bike.