‘Li Kerkûkê di vê demê de pêkanîna serjimêriyê ji bo Kurdan xeterî ye'

Li gorî alî û partiyên Kurd ên bajarê Kerkûkê, di şert û mercê niha yê xeternak a Kerkûkê de pêkanîna serjimêriyê wê bandorekî nebaş li ser Kurdan û vîna wan a li bajarê bike.

Proseya serjimêriyê ku li navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê ne pêk tê bi biriyar û armancekî siyasî tê kirin.

‘SERJIMÊRYARÎ BI ARMANCA SIYASÎ TÊN KIRIN’

Sekreterê Partiya Goran Şaxa Kerkûkê Mihemed Nesredîn di derbarê proseya serjimêrî ya li Kerkûkê ji axivî û got: “Proseya serjimêriyê, ji bo binesaziya aborî, biryarê siyasî û aborî a li Iraqê proseyekî girîng e, lê belê heman prose li navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê bi biriyar û armanca siyasî tê pêkanîn û vê li ser çarenûsa wan navçane jî bandor bike.”

 ‘PÊKHATINA SERJIMÊRIYÊ WÊ DIJMIN LI DIJÎ KURDAN BIKAR BÎNE’

Têkildarî bikaranîna serjimêriyê Mamoste Nesredîn wiha domand: “Di şert û mercên niha de pêkanîna serjimêriyê li Kerkûkê ku têde dijbertiya Kurdan tê kirin, pêwîste şert û mercên heyî beriya pêkhatina serjimêriyê were baş kirin. Ji ber vê eger di vê şert û mercê niha yê Kerkûkê serjimêrî pêk bê, dibe ku ev serjimêriye ji aliyê neyarên Kurdan ve di çarçoveyekî siyasî de wekî çekekî dijî Kurd bê bikaranîn.”

Her wiha Nesredîn bal kêşand ser encamên pêkhatina serjimêriyê û wiha pêde çû: “Di rewşa neasayî ya wekî rewşa niha ya li Kerkûkê, pêkanîna serjimêriyê wê bandorekî nebaş li ser herêm û hejmara Kurdan bike. Rewşeke wiha wê bibe sedema kêmbûna nifûsa Kurdan. Di tevahî serjimêriyên ku berê pêk hatine de li gorî gelên din hejmara herî zêde ya Kurdan bûye, lê eger di vê rewşê de serjimêrî pêk bê wê bandorekî neyênî li ser Kurdan a li navçeyê çêbike.”

 ‘HEBÛNA KOÇBERAN Û VENEGERAWELATIYAN DIBE SEDEMÊ DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BÊ GUHERTIN’

Endamê Encûmena Navçeya Kerkûkê Ciwan Hesen ku ji lîsteya Birayetî ye derbarê xeteriyên pêkanîna referandomê ya di vê şert û mercê de nixandin û got: “Ji ber ku rewşa Kerkûkê ya niha nebaşe û her wiha bicih bûna koçberên ku ji ber şerê DAÎŞ’ê hatine bajarê Kerkûkê û venagerin navçeyên xwe, lewre bûye sedem ku hevsengiya neteweyî û demografiya Kerkûkê bê guhertin.”

Hesen bi domdarî got: “Li gorî pergala serjimêriyê ya niha kê li kû derê be li ser wê derê tê hesibandin, wate di dema serjimêriya sala 2020’an de ew kesên ku hatine Kerkûkê wê li ser Kerkûkê bên tomarkirin. Tê bêjî em niha li gorî serjimêriya sala 1975’an tevdigerin.”

 ‘RÊJEYA EREBAN LI KERKÛKÊ BI HINCETÊN CUDA HATINE ZÊDEKIRIN’

Ciwan Hesen derbarê rêbazên wê planên serjimêryariyê jî nêrînên xwe anî ziman û got: “Niha hejmarekî zêde Ereb hene ku bi awayekî fermî hatine Kerkûkê û qeyda nasnameya xwe jî weguhestine. Vê yekê jî bi hincetên cuda wekî siyasî û yan jî gef lê hatiye xwarin û nikarin li navvçeyên xwe bijîn. Lê belê Erebên ku hatine bi mebesta guhertina demografiya Kerkûkê ji bajêr re hatine şandin. Rewşa Erebkirina ku niha li Kerkûkê tê pêkanîn temamkerê heman siyaseta rejîma Sedam Huseyîn e ku bi dirêjahiya 35 salên bihurî pêkanîbû.”

‘BANDORA ALIYÊN KURDÎ YA LI KERKÛKÊ KÊM BÛNE, DI VÊ DEMÊ DE SERJIMÊRÎ LEWAZKIRINA KURDAN E’

Çavdêrê siyasî yê bajarê Kerkûkê Zamo Kerkûkî jî li ser mijarê axivî û got: “Di rewşa nebaş a niha ya li Kerkûkê pêkanîna serjimêriyê wê bandorekî neyênî li ser pêgeha Kurd çêbike. A niha cih û vîna partiyên Kurdî yên Kerkûkê pir lewaz e. Ji ber ku bajar ji hêla siyasî, reveberî û ewlehî ve di destê Kurdan de nemaye û ew yek pêgeha partiyên Kurd yên bajêr lewaz kiriye. Hejmarekî zêde ji Erebên ku anîne Kerkûkê û nasnameya fermî ya ku dikare pê pêwîstiyên xwarin û wexarinî wergire didin wan û bajar xistine bindestê Ereban. Armanca sereke ya pêkanîna serjimêriyê di vê demê de lewakirina Kurd a li bajar e.”

‘PIŞTGUHKIRINA GEL KIRIYE KU JI BO SERJIMÊRYARIYÊ NAVÊN XWE TOMAR NEKIN’

Herî dawî Zamo Kerkûkî got: “Hemwelatiyên Kurd yên li bajêr dijîn bêhêvî û bê vîn bûne. Ew yek çavkaniya xwe ji ezmûna çendîn sale yê ji hilbijartinên derbasbûyî digire ku her tim piştî hilbijartin û serjimêriyan, hemwelatî hatine piştguhkirin. Vê yekê hiştiye ku gel ji bo serjimêriyê navê xwe tomar nekin û ev jî xetereyeke ji bo pêgeha Kurd a li bajêr in.”