Li Kerkûkê çalakiya piştgirya ji bo Bane

Endamên Tevgar Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Welatparêz, bi armaca piştgirîkirina gelê Bane û Rojhilat li Kerkûkê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamên Tevgar Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Welatparêz, bi armaca piştgirîkirina gelê Bane û Rojhilat li Kerkûkê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya li Baxçeyê Qelê ya Kerkûk hate dayîn bi dehan ciwan beşdar bûn.

Li ser navê ciwanan Hisên Sebah daxuyanî da û diyar kir ku bi salan e ku rejîma Îranê kolberan qetildike û mînaka vê ya herî dawî jî li Bane pêk anî û got: “Piştî ku gelê me li Banê li dijî qetilkirina kolberan daketin qadna û şûnde, rejîma faşîst a Îranê êrîş dane destpêkirin. Serhildana gelê Baneyê ya li dijî polîtîkayên rejîma Îranê dayîn destpêkirin, belavî hemû Rojhilat û mezin bûye.”

Sebah destnîşan kir ku bi salane ku rejîma Îranê gelê Rojhilat dixwaze bi birsîbûn û hejariyê perwerde bikin, diyar kir ku li dijî rejîma Îranê ya qetilker, darve û înfaz dike berxwedan mafê herî meşrû û rewa ye û wê weke ciwanên welatparêz piştgirî didin vî mafî. Sebah ê piştî daxuyaniyê banga berxwedan li ciwanên Rojhilat kir, ji bo ciwanên Kurd jî banga li kû dibin bibin ji bo piştgirîkirina gelê Rojhilat rabin serhildanê.

Ciwanan piştî daxuyaniya çapemeniyê û şûnde, ji Baxçeyê Qelê heta navenda bajêr meşek lidar xistin. Di tevahiya meşê de ciwanên ku dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojhilat”, “Bakur, Başûr, Rojhilat, yek armanc û yek xebat” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin, welatiyên derdor jî bi çepikan piştgirî kirin, her wiha wesayîtan jî bi korneyên xwe destek dan.