Li Kerkûkê bi semînerekê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi semînerekê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Li navenda Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê, bi tevlîbûna dehan kesî Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi semînerekê hatin bibîranîn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî Endamê Meclîsa Kerkûkê ya Tevger Azadî Omer Hacî Husên li ser têkoşîn û berxwedana 14’ê Tîrmehê semînerek da. Husên diyar kir ku meha Tîrmehê mekeke girîng û taybet e û got: “Tîrmeh meha berxwedanê ye.”

Husên anî ziman ku gelê Kurd bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ruhê berxwedan û vîna peyda bûye û got: “Ruhê têkoşînê ya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bûn bi hezaran û vîna berxwedan ya Rêber Apo bê sekin dewam dike.”

Husên wiha domand: “Ruhê berxwedana PKK’ê 40 sal in, bi heman hêz û vînê dewam dike. Berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’an a li dijî cotaya faşîst a Kenan Evren, îro li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dewam dike.”

Piştî pirs û nêzînên beşdarvanan, semîner bi dirûşman dawî bû.