Li Kerkûkê 4 nexweşên vîrûsa Koronayê hatine dîtin

Piştî bajarê Necef li bajarê Kerkûkê jî nexweşiya vîrûsa Koronayê hate dîtin.

Saziya Tendirûstiya Iraqê ragihand li bajarê Kerkûkê jî 4 nexweşên vîrûsa Koronayê hatine tespîtkirin.

Her wiha qala vê jî hate kirin ku her çar kes jî endamê heman malbatê ne û ji Îranê hatine.

Saziya Tendirûstiya Iraqê ragihandibû ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Koronayê, ji bo 10 rojan dibistan hatine betlanekirin û gotibû: “Bajarê Necef ji bilî rewşên acîl û pêwîst, ji hatin û çûyînê re hatiye girtin.”

Yekem nexweşiya Koronayê roja Duşemê li bajarê Necef hat dîtin. Her wiha nêzîkî hezar kesên Iraqî jî serdana Îranê kiribûn, di bin çavdêriyê de ne.