Li Kerkûkê 4 kes bi madeya 4 ya terorê hate destgîrkirin

Li bajarê Kerkûkê di pêngava lêgerîn û lêkolîna hêzên ewlekariyê de, 4 kes bi madeya 4 ya terorê hate destgîrkirin.

Îro serê sibehê hêzên ewlekariya bajarê Kerkûkê bi alîkariya Tabura 61 ya taybet ku li gel Polîsên Federalî, Polîsên Taybet û Îstîxbarata Iraqê, pêngaveke lêgerîn û lêkolînê li taxên Kurdistanê ya Feyleq û taxa Penca Elî kirin.

Pêngava lêgerîn û lêkolîna hêzên ewlekariyê di sibeha zû de heta piştî nîvroyê domand, di encamê de ragihandina Tabura 61’ê ya taybet di daxuyaniyekê de destgîrkirina 4 kesan ragihandin ku ew jî di madeya4 ya terorî de bûn.

Daxuyaniya Tabura 61’ê ya taybet wiha ye:

“Bi pêşengiya cîgirê Fermandariya Oparasyona Hevbeş û Fermandariya Tabura 61’ê ya taybet Emîd Rikan (Ebas El huseyinî), Tabura 61 ya taybet bi beşdariya Polîsên Federal, Polîsên Taybet, Dezgehên Îstîxbarî pêngavekî lêgerîn û lêkolînê li taxa Feyleq ji bo lê gerîna çekên bê destûr û kesên terorî hate kirin.”

Her wiha di naveroka daxuyaniya Tabura 61 ya taybet de tê gotin: “Di encama wê pêngava lêgerîn û lêkolînê de, 4 kes bi madeya 4 ya terorê hatiye destgîrkirin.”