Li Kerkûkê 3 milîsên Haşdî Şabî hatin kuştin

Li navçeya Taze ya Kerkûkê, li dijî milîsên Haşdî Şabî yên Şîa êrişeke çekdarî hate lidarxistin. Herî kêm 3 milîs hatin kuştin.

Li gorî nûçeya RojNewsê, êriş li başûrê gundê Beşîre yê navçeya Tazeyê di şeva Çarşem-Pêncşemê de saet 00:17'an qewimî.

Êriş li dijî konvoyeke Haşdî Şabî hate kirin û herî kêm 3 milîs hatin kuştin. Hate ragihandin ku yekîneya bû hedefa êrişê ji Tirkmenên Şîa û Sûnî pêk dihat. Li gundê Beşîre ku êriş lê hate kirin, Tirkmen dimînin.

Fikar hene ku êriş ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibe kirin. Beriya êrişê şefê Eniya Tirkmen Erşad Salîhî roja Çarşemê serdana yekîneya Tirkmen kiribû ku bû hedef.