Li kana komirê teqîn: Gelek kes mirin

Li wîlayeta Xorasanê ji ber teqîna li kana komirê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

TEQÎNA LI KANA KOMIRÊ

Li rojhilatê Îranê li bajarê Xorasana Başûr li kaneke komirê ji ber gaza metanê teqînekê rû da.

Waliyê Eyaleta Xorasana Başûr Cevad Kanaat ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û diyar kir ku li navçeya Tebesê li kaneke komirê nîvê şevê ji ber gaza metanê teqînekê rû da.

Li gorî hin çavkaniyan 13 karkerên madenê ji ber teqînê mirin. Li gorî hin çavkaniyan jî herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku karê ji bo rizgarkirina karkerên li hundirê madenê asê mane dewam dike.