Kûbîlay red kir ku bi kelepçeyê biçe nexweşxaneyê

Siyasetmedar Gunay Kûbîlay red kir ku bi kelepçeyê wî bibin nexweşxaneyê.

RABÛNA LI BER TEDAWIYA BI KELEPÇEYÊ

Yek ji girtiyên Doza Kobanê siyasetmedar Gunay Kûbîlay ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê tê ragirtin, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de li dijî kelemçeya destê wî dişidand derket û neçû nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan, Kûbîlay di 18’ê îlonê de ji ber êşa diranên xwe xwest biçe Beşa Cerrahiya Erzînkê ya Fakûlteya Hekîmtiya Diranan a Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê û destên wî hatin kelemçekirin. Kûbîlay jî li dijî şidandina kelepçeyê derket. 
 
Kûbîlay, got ku kelepçe zêde hatine şidandin, bi vî awayî mayina di rîngê de êşkence ye, nikare xwarinê bixwe û xwest bê sistkirin. Lê belê leşkeran jê re got; ‘Em sist nakin, eger wê werî were” û daxwaza wî red kirin. Kûbîlay jî bertek nîşan da û neçû nexweşxaneyê.

Kûbîlay, piştre jî bi daxwaznameyan serî li Wezareta Dadê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK), Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Fermandariya Lîwayê ya Cendirmeyan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê da. Kûbîlay, xwest ku qadeke girtî bikarin li nexweşxaneyê lê bimînin were avakirin. Kûbîlay, wesayîta rîngê weke “qefes” pênase kir û got: “Em di vê qefesê de tên û diçin. Bi saetan li vir tên ragirtin. Em neçar tên hiştin ku di vê wesayîtê de xwarinê bixwin. Mirov nikare tê de bilive jî. Pacên wê yên pir biçûk hene. Ev sepan, sepaneke dermirovî ye.”

Di heman demê de Kûbîlay xwest ku derheqê leşkerên kelepçe li destên wî şidandin de karûbarên qanûnî bên destpêkirin.