Li Hewlêrê li dijî dagirkeriya Tirk xelk daket qadan

Li Hewlêrê li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya,'Terorîst Erdogan' çalakiyek pêk hat. 

Li Hewlêrê li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya,'Terorîst Erdogan' çalakiyek girseyî pêk hat. Çalakiyê di saet 14.30'an de bi beşdarbûna gelek kesan destpê kir.

Di çalakiyê de dirûşmeyên weke, 'Terorîst Erdogan' û 'Na ji bo komkujiyî û qetilkirina Rojavayê Kurdistanê' hatin berz kirin. Herwiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku pêşiya komkujiyên dewleta Tirk bigirin.

Ji hemû beşên civakê beşdarî çalakiyê bûn. Bi taybet astengdarên Herêma Kurdistanê bigire heta gelek nivîskar, rewşenbîr, parlementer û kesên hunermed ûkomeke parlementerên Elmann jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hêrsa gel a li dijî dagirkeriyê di asta herî jor de bû û bi dirûşman dagirkerî hate protestokirin. Dîsa girseyê xwestin ber bi Sefaretxaneya Tirk ve bimeşin lê ji ber rê hatibûn girtin ev yek pêk nehat.

Hemû rêyên diçin Sefaretxaneya Tirk hatine girtin.

Li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê daxuyanî dan û daxwazên xwe pêşkêşî NY'ê kirin.