Li Hewlêrê lehî rabû

Li paytexta herêma Kurdistanê ya Federa ji ber barana zêde lehî rabû.

Berê sibehê tavekê bi ser Hewlêrê de girt û di demeke kurt de trafîk sekinand. Ji ber tava ku hatî gelek qeza jî çêbûn.

Rêyên sereke di bin avê de man, gelek wesayit asê man. Her wiha avê bi ser gelek mal û dikan de girt.

Ji ber ku trafîk sekinî xwendekaran nekarîn biçin dibistanê, kargeh girtî man.

Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav ragihand ji ber rîska lehiyê dibistan hatine taloqkirin.

16'ê Kanûnê jî lehî rabûbû, 15 welatî miribûn. Ji ber lehiyê bihayê 21 milyar dînarî ziyana madî jî çêbûbû.

Ji bobelata lehiya Hewlêrê binavaniya kambax û planên îmarê berpirs têne dîtine. Ji bo bobelatên pêkan ti xebat nayê kirin. Divê mirov gendeliyê jî ku kanên herêmê tine dikin jî li vê zêde bike.