Li Hewlêrê di nava salekê de zêdeyî 6 hezar kes hatin destgîrkirin

Berdevkê polîsên herêma Hewlêrê Hogir Ezîz ragihand ku tenê di nava sala 2019'an de li herêmê 6 hezar 212 gumanbar hatin destgîrkirin.

Berdevkê polîsên Hewlêrê der barê rewşa asayîşa Hewlêrê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Berdevk Hogir Ezîz ragihand ku di nava salekê de 6 hezar 411 gilî li navendên polîsan hatine kirin û di vê çarçoveyê de 6 hezar 212 gumanbar hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku dosyayên 6 hezar 398 gumanbaran hatine amadekirin û ji dadgehan re hatine şandin.

Berdevkê polîsan ragihand ku 96 ji sedî yên dosyayên radestî dadgehê hatin kirin biryar der barê wan hatin wergirtin û tenê 718 dosya di asta lêpirsînê û lêkolînê de ne.