Li Hevşaredarê HDP'î 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Li Hevşaredarê Qelqeliyê yê HDP'î Yakûp Almaç 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Hevşaredarê Qelqeliyê yê HDP'î Yakûp Almaç 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Rûniştina 4'emîn a doza ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li Almaç hate vekirin, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat.
Almaç ê ku negirtî tê darizandin tevî parêzerê xwe tevlî rûniştinê bû. Heyeta dadgehê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" salek û 8 meh, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 6 sal û 10 meh ceza li Almaç birî. Parêzerên Almaç wê îtirazî vê biryarê bikin.