NÛ BÛ

Artêşa Tirk li Heskîfê û Agiriyê êrîşa dagikeriyê da destpêkirin

Hêzên dewleta Tirk li herêma Mawa ya girêdayî navçeya dîrokî Heskîfê ya Bakurê Kurdistanê û li Çiyayê Ararat-Gilîdaxê û herêmên wê yên din, êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin.

ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ

Li bejahiya gundê Xirbêkûr ê herêma Mawa ya navçeya Heskîfê ya Êlihê di 18'ê Hezîranê de êrişên dagirkeriyê hatin destpêkirin.

Li gorî agahiyan, nîvê şevê şer qewimî û ketin û derketina gundê Xirbêkûr hate qedexekirin. Têkiliya gund a bi înternet û telefonê jî qut bûye.

Hate ragihandin ku li herêmê liv û tevgereke zêde ya helîkopteran heye. Walîtiya Batmanê ya dewleta mêtinger ragihand ku ketin û derketina gund heta 3'ê Tîrmehê wê qedexe be.

AGIRÎ

Hat diyarkirin ku li quntara Çiyayê Araratê-Gilîdaxê û li herêmên din bi beşdariya gelek leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku li herêmê tevgerek zêde ya hewayî heye û çûn û hatina gelek zozanan jî hat qedexekirin.