Li bajarê Hesekê sê teqîn pêk hatin

Li Hesekê ji serê sibehê ve 3 teqînên cuda pêk tên.

Saet 9'an li kolana Mesakin a taxa Salihiyê, saet 09:45'an li qada El Meşhemeyê, beriya demeke kurt jî li taxa Kelasê teqîneke din rû da. Hate ragihandin ku ji ber teqîna dawî endamekî Hêzên Ewlekariya Navxweyî birîndar bûye.

Teqîna destpêkê li taxa Salihiyê pêk hat. Ji ber teqînê tiştek bi kesî nehat.

Teqîna duyemîn derdora saet 9:45'an li nêzî çerxerêya El-Meşheme ya li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê motorsîkletek bomebarkirî teqiya. Di encam de zerarên madî çêbûn.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn derdora cihê bûyerê girtin.

Teqîna sêyemîn li taxa Kelasê pêk hat. Ji ber teqînê endamekî Hêzên Ewlekariya Navxweyî birîndar bû.

Hate ragihandin ku teqîn li benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya li ser rêya trenê ya li taxa Kelasê pêk hatiye.