Li Hesekê cenazeyê 8 şervanan hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê cenazeya 8 şervanê YPG`ê yên di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanê YPG`ê` Dilbirîn Seydo (Demhad Heseke), Abdulrehman Mesûh (Cesûr Heseke), Eyser Kalo (Welat Yilmaz), Mihemed Şakir (Mizgîn Şahîn), Malik El Efînî (Demhad Gelhat), Macid Xelîl (Resûl Heseke), Emîr Dendûş (Şengal Heseke) û Xesan Ekîz (Êzil Çiya) ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û berbi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Piştî ku karwanê cenazeyên şervanên azadiyê gihîşte goristanê, şervanên YPG`ê merasîmeke leşkerî lidar xistin.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Eseid axivî û got:ʺ Cangoriyên me erka xwe ya parastina xaka xwe bi cih anîn û bi fedekarî cihê xwe di pêngava rizgarkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê de girtinʺ.

Fermandara YPJ`ê Mehabad Koçer jî di merasîmê de wiha axivî û ev tişt got: “Hêzên me roja îro bi têkoşîn û fedekariya xwe dîrokê dineqişînin û kesên êrîşî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dikin, wê bê hesab nemînin”.

Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Mihemed Salih Ebdo jî axivî û wiha anî ziman: “Şervanan ji bo parastina gelê herêmê canê xwe feda kirin û ji bo me mînaka jiyana azad û demokratîk eʺ.

Di berdewamiya merasîmê deli ser navê Meclîsa Rûsipyên bajarê Heseke Nayîf El Zahir û li ser navê Kongreya Star Welîde Botî jî axaftin kirin.

Piştî axaftinan, nasnameya her 8 şervanan hate xwendin û bi berzkirina dirûşmeya `Şehîd Namirin` cenaze hatin veşartin.