Li Herîrê gel li dijî baregehên leşkerî rabûn ser lingan

Gel li herêma Herîr a girêdayî bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, plana avakirina baregehên leşkerî yên DYA û Tirkiyeyê daketin qadan û protesto kirin.

Gelê li herêma Herîr a ser bi bajarê Hewlêrêr, li dijî avakirina baregehên leşkerî yên ji bo DYA û Tirkiyeyê daketin qadan.

Yek ji eşîretên herî mezin ên herêmê eşîreta Herûtî, ji ber avakirina baregehên leşkerî wê nekarin li herêmê çandinî û lawirvaniyê bikin, ev yek protesto kirin.

Baregehên leşkerî yên Tirk ên li Herîrê ji aliyê rejîma Baasê ve hatibûn avakirin. Piştî hilweşandina rejîma Basê baregehên leşkerî ketibûn di bin kontrola DYA’yê de. Baregehên leşkerî yên li vir bi armanca îstixbarat û leşkerî tên bikaranîn.

Balafirên li ser herêmên Biradost, Xaxûrkê, Xinêre û Qendîlê jî difirin jî ji van baregehan radibin. Her wiha helîkoper jî ji vir radibin.