Li herêma Kurdistanê 4 kes bi vîrusa koronayê ketin

Wezareta Tendurûstiyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku li bajarê Silêmaniyê 4 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya hikumeta herêma Kurdistanê di encama lêkolîna li ser kesên ku ew demek bû serdana Îranê kiribûn û vegeriyane Başûrê Kurdistanê derket holê ku 4 kes bi vîrusa koronayê ketine. Yek ji wan 4 kesan jinek e û 3 kesê din jî endamê malbatekê ne.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye ku ew kesên ku bi vîrusa koronayê ketine niha li nexweşxaneyeke taybet in ya ji bo kesên bi wê nexweşiyê dikevin hatî amadekirin. Ev nexwşane di bin çavdêriya bijîşkan de ne. Dîsa hatiye gotin ku rewşa nexweşan baş e.