Li Herekolê li dijî hêzê operasyonê derbe: 8 leşker hatibû kuştin

HPG’ê diyar kir ku gerîlayan yekîneyekî ya operasyonê ya artêşa Tirk a li herekol kirine hedef û çalakiyek lidar xistine. Di çalakiyê de 8 leşeker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku 12’ê Hezîranê li herêma Herekol a Sêrtê, gerîlayan leşkerên ku derketibûn operasyonê kirin hedef.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “Operasyona artêşa Tirk a ku 12’ê Hezîranê li herêma Herekol a Sêrtê dabû destpê kirin dewam dike. Hêzên me yên ku yekîneyên operasyon dişopandin, 17’ê Hezîranê saet 19:00’an li nêzî Girê Şehîd Berxwedan yekîneyekî ya operasyonê kirin hedef. Di çalakiya ji nêz ve çeperên dijmin kirin hedef de,8 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk bi helîkopterên Kobra û piştgiriya Hekîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine.

LI ŞIRNEXÊ LI DIJÎ LEŞKERAN ÇALAKÎ

17’ê Hezîranê saet 15:00’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Deriyê Sêvê yê Şirnexê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelakirin.

YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ LI HERMÊ XEBATÊN KEMÎNAN DIKIN

Artêşa Tirk li Geliyê Hêgaderê ya girêdayî navçeya Dêra Hênê ya Çewligê bi piştgiriya yekîneyên veşartî kemînan datînin.

LI WANÊ Û DERSIMÊ 5 GERÎLA ŞEHÎD KETINE

Di şerê operasyona artêşa Tirk a 7’ê Hezîranê li herêma Qerebîlya a navçeya Elbak a Wanê qewimî de, me dabû diyarkirin ku 2 hevrêyên me şehîd bibûn. Dîsa heman şerî de hevrêyekî me ji yekîneya xwe qûtbibû agahiya ku ew jî şehîd ketiye zelal bûye.

Kontrayê bi navê Sînan Ozbaş ê ku pêşengtî ji operasyonê re kiriye û destê wî di şehadeta hevalê me de heye, 12’ê Hezîranê li herêma Qerebilya hate cezakirin.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya 3 hevrêyên me yên ku şehîd ketine wiha ne:

Nasnav: Berçem Roj

Nav û Paşnav: Ayşe Ayhan

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Robîn - Ferzende

Cih û Dîroka Şehadetê: 7 Haziran 2017 / Wan

***

Nasnav: Demhat Colemerg

Nav û Paşnav: Fikri Duşkun

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav: Sidika - Selahattin

Cih û Dîroka Şehadetê: 7 Haziran 2017 / Colemêrg

***

Nasnav: Reber Barbeş

Nav û Paşnav: Ozgur Oskan

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Delal - Siddik

Cih û Dîroka Şehadetê: 7 Haziran 2017 / Colemêrg

12’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li deverên Dokûzkayalar,Hingivan, Gundê Zxge û Geliyê Harçik ê girêdayî Dersimê dest bi operasyonekê kirbûn. 2 gerîlayên me yên ku li herêmê ji bo karekê amade bûn şehîd ketine. 16’ê Hezîranê ev agahî me parvekiribû. Nasnameya hevrêyên me yên ku şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baz Çiya

Nav û Paşnav: Şahîn Kara

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Leyla - Dogan

Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Haziran 2017 / Dersim

***

Nasnav: Rojevîn Sîdem

Nav û Paşnav: Tûba Gul

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik - Bav: Guneş – Mehmet Nesim

Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Haziran 2017 / Dersim